5:09:18 PM
RojavaNews: Hat ragihand ku jandirmeyên tirk şeva bûrî, ji aliyê başûrê rojavayê Efrînê yê kurdistana Sûriyê ve, sînor derbas kirin.
Li gorî jêderan, jandirmeyan li gundê Hemamê yê Navçeya Cindirêsî têla sînor rakirin û bi 30 m derbasî aliyê Efrînê bûn.
Herwiha jêderan dan zanîn ku jandirmeyan, di nav zeviyan de geriyan û çend gor têk birin û çend cih nîşan kirin, ku hîn armanca wan ji wê yekê nehatiye.
Berya niha li Herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê, jandirmeyan ji çend aliyan ve sînor derbas kiribû û çend qereqol avakiribûn, ku ENKS jî ew yek red kiribû û daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku ji sînorê Kurdistana Sûriyê vekişe.