6:34:27 PM
RojavaNews: Girûpeke turkemenan a nêzîkî Tirkiyê, hişyar da xelkê ku di navbera Ezaz û Cerablusê de bimînin û ji wan re got derkevin
Lîwa Sultan Murad a turkmenan ku li gundewarên bakurê Helebê bicî dibe, di daxuyaniykê de, hişyarî da xelkê ku di navbera Ezaz û Cerablusê de dimînin û got ew dever êdî bûye devereke leşkerî.
Sultan Murad di wê daxuyaniyê de got, bila xelkê wan gundan cihên xwe bihêlin û biçin cihekî din, ji ber ew dever êdî leşkerî ye.
Li aliyekî din jî di navbera çekdrên Lîwa Sultan Murad û çekdarên DAIŞê de li devera Babê û Ezazê, şer berdewam dibe, bi taybetî li gundê Dudiyan ê kurdan li Devera Babê, ku nniha di destê DAIŞê de ye.