Print this page

Di deriyê Murşîdpinarê re 370 welatî vegeriyan warê xwe!

 

Rojava News: Ji xelkê Kobanê yên ji ber şer û pevçûnan û dorpêça DAİŞê koçî bakurê Kurdistanê kiribûn nêzikî 370 kesê îro di deriyê Murşîdpinarê re vegeriyan mal û warê xwe.

Ew demeke li bakurê Kurdistanê deriyê Murşîdpinarê yê di navbera Persûsê û Kobaneyê de, ji bo vegera koçberan bo maveyê 5 demjimêran tê vekirin.

Li gorî hatiye zanîn di dema vekirina deri de îro jî nêzî 370 welatiyên Kobanê vegeriyan.

21:04:24