Rojava News: Artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê bi hev re êrişî bajarokê Til Eran ê kurdan dikin. Herwiha hêzên ser bi Artêşa Sûriyê ve 20 welatiyên kurd bi hinceta ku têkilî bi YPGê re hene, girtine.
Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin; Artêşa Sûriyê êrişî welatiyên sivîl ên kurd ên xelkê bajarokê Til Eranê kir û herweha hejmara hêzên xwe li derdora bajarokê Til Eranê jî zêde dike.
Hat zanîn hêzên bi ser rejima Esed li Til Eranê 20 kesên kurd bi hinceta ku têkiliyên wan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hene, girtine.
Hêzên artêşa Sûriyê di navbera bajarokê, Til Eran û Til Hasil de 2 xalên din yên leşkerî danîne.
Ji aliye din ve jî DAIŞê bi çekê giran êrîşa dibê ser bajarokê Til Eranê.
Nişteciyê herdû bajarokê Til Eran û Til Hasil kurdin.