Rojava News: Duh li bajarê Qamişlo civîna lihevhatinê di navbera PYDê û Sotroo bi alîlariya rêjîmê hate lidarxistin.
Jêderkî taybet ji Rojava News re ragihand ku duh li Qamişloyê dibin aleya Rêjîma Esed de, civîna lihevhatinê di navbera PYDê û Sotoroo bi alîlariya rêjîma Esed hate lidarxistin .
Li gorî wî jêderî, di wê civînê de her yek ji fermandarê Îstixbarata rêjîmê Emîd Mihemed Zeyton, herweha batrik Afram Kerîm, serkirdeyê Sotoroo Sergon, û Ciwan Îbrahîm Serkirdeyê asayîşa PYDê amade bûn.
Wê jêderî lêzêde kir ku ew civîn bi lihevhatina mîlîşiyên çekdar bi dawî bû, herweha rêkeftinek dinavera PYDê û Sotoroo hate îmzekirin ku careke din ew tiştê ku di 12-1-2016an de li taxa Elwiste rû dabû ji şer û pevçûnan dûbare nebe.
Tê zanîn ku di 12-1-2016an de şer û pevçûnên giran dinavbera çekdarên PYDê û çekdarên Sotoro li taxa Elwiste li Qamişlo rû dan ku di encam de endamê komîteya xwecihî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê yê bi navê Seyf Eldîn Ehmed Berazî li ser destê Çekdarên Sotoro Şehîd ket.
Ew şer rû da piştî ku Sotoro bi armanca parastina Taxa El-Wista ku piraniya wê Xiristiyan in, hemû deriyên ku diçin wê taxê girtin, ku ev yek jî bû cihê nerazîbûna çekdarên PYDê û di encam de şer û pevçûn derket.
Hêjayê gotinê ku Sotoro yek ji damezînerê Hêzên Sûriyay Demoqratic e ku YPG û YPJ jî di nava wê hêzê de ne.
Nalîn Hesen
12:07:30