Rojava News: Ji aliyê şûnwarnasên Fransî ve Straneke bi nivîsa bizmarî ku bi nave “Beyta Hûrrî” hatiye binavkirin û tê texmînkirin ku beriya niha bi 3 hezar û 400 salî hatiye nivîsandin hate dîtin.
Li gor agahiyê daketine ser malpera televizyona İMCê ya Tirkiyê; Ev stran weke strana herî kevin a cîhanê tê zanîn û ji bo Melîkeya Ûgarît Nîkkal hatiye nivîsandin.
Strana ku li ser tableteke kîl a beriya 3 hezar û 400 salî hatiye nivîsandin û li kêlkeyê Ûgarît a niha li Sûriyeyê ye hat keşifkirin, pisporan destpêkê ew keşif kirin, dûre jî veguherandin formata muzîkê. Vê keşfê nîşan da ku muzîk beriya Yûnana jî hebû.
Arkologên Fransî di salên 1950’î de dest bi karê wan tabletên ku li kêlgeha Ûgarîtê hatibûn dîtin kirin. Ev tablet di sedsala 14. a Beriya Zayînê (B.Z) hatibûn nivîsandin, bi zimanê Hûrriyan bûn.
Beriya niha bi 3 hezar û 400 salî straneke gelekî populer bû
Di nava tabletên hatin dîtin de, nivîseke muzîkî ya ji şopên çandeke kevin a beriya 3 hezar û 400 salî, hat kifşkirin. Ji Zanîngeha Kalîforniyayê Asûrolog Profesor Anne Drafkorn Kilmer, li ser vê muzîka ji serdemeke din, demeke dirêj xebitî. Muzîkolog ê Belçîkî Marcelle Duschesne-Guillemin jî beşdarî vê xebatê bû. Li gorî nêrîna serdest a heta roja îro, dihat fikirîn ku tu pîvaneke muzîkê ya beriya Yûnanan nîne.
Xebateke di sala 1963’an de hat weşandin nîşan dida ku gelên berê yên Rojhilat xwedî notayan bûn. Her çendî di roja îro de di lîsteyên muzîkê de di 50 rêzên destpêkê de cih nagire jî, beriya niha bi 3 hezar û 400 salî straneke gelekî populer bû. Stran bi alavên muzîkê yên elektronîk hatiye şîrovekirin.
Stran ji Melîkeya Ûgarîtê Nîkkal re hatiye nivîsandin
Strana mijara gotinê ji Melîkeya Ûgarîtê, ji hevsera Xwedayê Heyvê Yarîkh ji Nîkkal re hatiye nivîsandin. Li vê stranê metnek jî hatiye zêdekirin. Di rênûsê de gazincên jineke ku zarok jê re çê nabe, cih digirin.
“Xwedawend destûrê dide jin û mêrên,
Bi hev re zarokan çêbikin
Bav jî destûrê dide,
lê wê tenê ew zarok biqîrê,
û bêje ‘Tenê ew nebû xwedî zarokek,
Çima weke her hevjînekê min nekarî zarokekî bidim te?”
13:24:00