Print this page

Nûnertiya ENKS li Ezaz û Babê hişyarî da !

5:03:34 PM

RojavaNews: Nûnertiya ENKS ya Devera Babê û Ezazê di daxuyaniyekê de,  di derbarê ragihandina deverên di navbera herdu Bajarên Ezaz û Cerablusê de weke Herêmeke Leşkerî, şermezar kir û got ku ew hewleke ji bo pêkanîn guhertina demografî li wê deverê, ku piraniya nişteciyên wê jî kurd in.

Herwiha nûnertiyê bang li xelkê wê deverê kir ku ji cihên xwe dernekevin û gundên xwe jî bicî nehêlin, û bang li aliyên navdewletî kir ku zû karibin deverên wan biparêzin û alîkariyên mirovî jî derbasî wê derê bikin.

Duh Lîwa Sultan Murad, ku nêzîkî Tirkiyê ye, devera di navbera Ezaz û Cerablusê de weke Herêmeke Leşkerî bi nav kiribû û ji xelkê wê derê xwestibû ku jê derkevin.

Bêtirî 2 salan e ku şer li gundewarên Ezazê û Babê, di navbera çekdrên DAIŞê û çekdarên girûpên Îslamî de yên bi ser Artêşa Azad ve berdewam e, ku rêjeya kurdan ya herî bilind e li wê derê.