Print this page

Bilez| Efrîn... ji ber lîsteyên îmzeyan girtinê despê kiriye

6:47:02 PM

RojavaNews: Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a kurdistanê-Sûriye, Ebdilrehman apo, di daxuyaniyeke taybet de ji Ajansa RojavaNews re, ragihand ku çekdarên PYD ji bo destserkirina lîsteyên îmzeyan, li gundên Navçeya Reco dest bi girtinê dikin.

Apo da zanîn ku çekdarên PYD li herdu gundên Qude û Hesen yê Reco, dest bi girtina endamên PDK-S dike, ku heya niha herdu endamên wê Hisên Elî û Nezîr Bakîr hatine girtin.

Herwiha Apo eşkere kir ku çekdarên PYD ji bo desteserkirina lîsteyên îmzeyan, ku ENKS bi wê kampînê rabûye, li herdu gundê navbûrî dest bi girtinê kirine, û got heya niha jî hîn girtin berdewam e.

Di derbarê kampîna îmzeyan de li Efrînê, Apo ragihand ku sibe roja Çarşemê se’et 12 li ser nîvro, ew kampanî bi dawî tê û ew ê encamên wê rabigihînin.