Print this page

Hewlêr.. Berpirsê ofîca peywendiyên niştimanî ya PDK-Sê bi qunsila Îspanî re civiye

Rojava News: Endamê komîteya navendî û berpirsê ofîca peywendiyên niştimanî ya Partiya Demoqrata Kurdistana- Sûriya Seîd Omer, duh li gel qunsila Îspanî li Hewlêrê Barbara civiye.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa siyasî li deverê bi şêweyekê giştî kirin, herweha behsa kirîza Sûriyê û doza Kurdî li Kurdistana Sûriyê bi taybetî kirin.

Barbara tekezî li ser kirîza Sûriyê kir ku dîtina çareseriyekê li wî welatî ku bi dilê hemû aliyan be zehmete.

Ji aliyê xwe jî Seîd Omer got fidralî û ciyawziya siyasî baştirîn çareseriye ji kirîza Sûriyê re û divê di destûra nû de mafê Kurdan  bên çespandin.

 Di dawî de herdû aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan û berdewamiya hevdîtinan kirin.

Nalîn Hesen

10:39:23