Print this page

Wezîra Îsraîlî: Êdî dema damezirandina dewleta kurdî hatiye!

Rojava News: Wezîra Dadê ya Îsraîl, Aylêt Şakîd diyar kir ku;  dema wê hatiye ku ew gelê mezin yê bê dewlet êdî serxwebûna xwe ragihînin û bibin xwedan dewlet.

 

Wezîra Dadê ya Îsraîl, Aylêt Şakîd, di konferansa asayişa Îsraîlê de, ku duh li paytext Til Avîvê hat lidarxistin, axivî û behsa serxwebûna Kurdistanê û dewleta kurdî kir.

 

Aylêt Şakîd, diyar kir ku kurd, dost û şirîkê Îsraîl in û dema wê hatiye bibin xwedan dewlet. Şakîd wiha domand:

 

“Em bi hemû hêza xwe piştgiriya damezirandina dewleta kurdî li Rojhilata Navîn dikin. Bi baweriya me, dewleta kurdî bi sûda Îsraîlê ye û bi vê yekê dijminên me dê lawaz bibin.”

 

Wê wezîra cihû her wiha anî ziman ku berjewendiyên Îsraîl û Kurdan, hevbeş in û her du jî li dijî hebûna komên radîkal û cîhadî li Rojhilata Navîn in.

 

Li gorî wê rayedara Îsraîlî, kurd mafên mirov baş diparêzin û qîmeta jinan dizanin, her wiha kurd miletekî esîl û aştîxwaz ê Rojhilata Navîn in û di dîroka xwe de êrişî ti welatekî nekirine.

 

Wê endama kabîneya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu, bang li hikûmeta Îsraîlê kir, pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike û di tevahiya waran de alîkariya Hewlêrê bike.

 

Zêdetirî 200 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn ku di dema damezirandina dewleta Îsraîlê de, ji her 4 parçeyên Kurdistanê çûbûn Îsraîlê. Kurdên Îsraîlê herî zêde li bakurê welêt û li bajarê Kefar Yûna li bakurê Til Avîvê dijîn.

 

Serokwezîr Binyamîn Netanyahu jî beriya niha gotibû, mafê Kurdan e bibin xwedan dewlet.