Rojava News :Li pêzanînên ku di rojnama Evero de Ya li Dihokê tê weşandin ku biryare îro 20 _ 1_ 2015 konfiraksiyona Partî Demukratî Kurdistan li civata nûnerên Îraqê di konfirasa komarên Îslamî de daxwazê ji nûnerên 57 komarên Îslamî bike seredana Herêma kurdistanê bikin da rewşa Herêmê di warê pêkvejiyanê de ji nêzîk ve bibîn, herweha serkeftinên Pêşmergeyan di şer de li dijî terorîstan bişopînin.
Dr. Faris Birîvkanî Serokê komîteya Saxlemiyê li civata nûnerên Îraqê got :" wê Îraq daxwazê ji welatên Îslamî bike ku hevkarbin di binpêkirina terorîstan de û avakirina deverên ku ji dest terorîstan hatine rêzgarkirin".
Di berdewamiya axavtina xwe de Birîvkanî got : " em wekî PDK dê ji komarên Îslamî daxwaza seredana Herêma kurdistanê bikin da rewşa Herêmê di warê pêkvejiyanê de ji nêzîk ve bibîn, herweha serkeftinên Pêşmergeyan di şer de li dijî terorîstan bişopînin . Dê amajê bihebûna 2 milyon awareyan li ser xaka Herêma Kurdistanê bike da ku alîkariya Herêmê bikin".
Tê zanîn ku komarên Îslamî bêdengin beramberî sitema ku li kurdan tê kirin û Kurd hewl didin ev paşguhxistina Kurdan li cem muslimanan bê guhertin.
Hisên Şakir
12:38:27