5:11:46 PM
RojavaNews: îro Roja çarşemê 20.01.2016 li Selahedîn, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, pêşwaziya Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê,Ehmed El-Cerba, û şanda li gel wî, kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî yên navçeyê, êrîşên terorê li Îraq û Sûriyê û pêşhateyên siyasî û serbazî yên dawî li Sûriye hate gotûbêjkirin.
Li beşekî din ê wê civînê de pêşveçûna danûstandina di navbera opozisyona û Rêjîma Sûriyê de ,herwiha pêşaroja Sûriye û Kongreya Cinêv 3 jî hat behskirin.
Her di wê civînê de, şanda opozisyonê rêzgirtina xwe ji xweragirî û qurbaniyên hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re da nîşan ku di şerê terorê de, di eniya herî pêş de ye û amadebûna xwe jî ji bo hemû cureyên hemahengiyê di rûbirûbûna terorîstan de li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.