Print this page

Heskîfa 12 hezar salî tê valakirin!

Rojava News: Li Bakurê Kurdistan Rêvebiriya Herêmî ya Karên Avî ya Dewleta Tirkî nivîsek şand qeymeqamiyê û xwest ku taxên Bahçelîevler û Kale bêne valakirin. Li van her du taxan nêzî 600 xanî hene û ev tax li Heskîfê ne. Li gor projeya Bendava Ilisuyê, Heskîf dê di bin avê de bimîne.

Dewleta Tirk niha dixwaze li vir bendaveke ji bo hilberîna elektrîkê çêbike. Heger biserbikeve dê hemî bermayiyên dîrokî û bajarê Heskîfê yê digêhê serdemê beriya zayinê bi 12 hezar salan di bin avê de bimîne.

3200 welatî li van her du taxan dimînin û hîn ji bo wan cihekî ku herin, nehatiye nîşandan.

 10:34:37