Rojava News: Rêxistina terorîstî ya bi nave DAIŞê bi çekên giran bajarokê Marea topbaran kir.
Li gorî agahiyên Rojava News, duh rêxistina terorîstî DAIŞê bi topên Hawanê û çekên giran bajarokê Marea li gundewarê rojhilatê Helebê topbaran kir.
Di encama wê topbaranê de ziyanên madî mezin giheşt mal û milkên welatiyan, bêyê ku tu kuştî çê bibe.
Di heman mijarê de û her li gundewarê rojhilatê Helebê ,şer û pevçûnên giran dinavbera dijberiya Sûrî û DAIŞê de li her yek ji gundê Xezil û Şêx Rîh derketin û kuştî û birîndar ji herdu aliyan çê bûn.
Nalîn Hesen
10:47:06