5:06:44 PM
RojavaNews: Îro roja Pêncşemê, şandeke opozisyona Sûriyê, serdana Nûnertiya Hewlêrê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS kir.
Serokê Nûnertiya Hewlêrê, Behcet Beşîr, jî di daxuyaniyeke taybet de ji RojavaNews re ragihand ku şenda opozisyonê, ji her yek ji Serokê berê yê hevpeymaniyê, Ehmed Cerba, û Emar Qurebî û Elî Asî Cerba, pêk hatibû .
Herwiha Beşîr got ku di civîna wan herdu aliyan de, rewşa Sûriyê bi giştî hat beshkirin bi taybet hewlên lidarxistina Kongereya Jenev 3.
Beşîr eşkere kir ku şanda mêvan, xwest ku ENKS tevlî şepêla wan ya nû bibe, ku ew ê bi navê Teyar Sûriye El-Xed be, lê Beşîr tekez kir ku ew biryar di destê serokatî û Emîndariya giştî ya ENKS de ye ku tevlî wê bibin yan na.
Herwiha beşîr got ku şanda opozisyonê ji wan re gotiye ku ew şepêla nû wê lîbral û ilmanî be û ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê pêk were, ku biryar e di dawiya vê mehê de ew were avakirin.
Beşîr eşkere kir ku wan gelek rexne li Hevpeymaniya Niştimanî kirin, bi taybetî di hewlên piştguhkirina rola kurdan di nav Hevpeymaniyê de.