Print this page

Erdogan: Em rê nadin PYD derbas bibe

4:58:38 PM

RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan, di daxuyaniyekê de ragihand ku welatê wî ti carî rê nade çekdarên PYD ku derbasî rojavayê Çemê Feratê bibin, û got “ hîn çekdarekî PYD derbasî wê derê nebûye, û ne jî em dihêlin ew derbas bikin ”.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset, di raporeke xwe de, duh roja Pêncşemê, ragihandibû ku Tirkiyê amadekariyên xwe ji bo operasyoneke leşkerî li Bajarê Cerablusê dike, ku bêtirî 2 salan e ew bajar di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Herwiha rojnameyê li ser zimanê parlemanterekî AK Partiyê gotibû ku Tirkiyê ji ber jinavbirina Terorê û ji bo parastina ewlekariya welatiyên xwe, wê operasyonê di van çend rojên bê de despê bike.

Lê Tirkiyê, berya niha, red kiribû ku ew dixwaze destêwerdanê di Cerablusê de bike, û gotibû ku wan tenê xwestin mayînan li ser sînor rakin da ku cotkar karibin çandiniya xwe bikin