Print this page

Leyla Imret Hevseroka Şaredariya Cizîrê hat girtin!

Rojava News: Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Imret ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Cizîrê ve hat desteserkirin.

Li gor agahiyan Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Imret ku bi biryara niha Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywirê hatibû îro ji Ewlekariya Cizîrê ve hat desteserkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Faysal Sariyildiz ji DHAyê re diyar kir Leyla Inmret ligel karmendekê din a Şaredariya Cizîrê li taxa Şahê hatine desteserkirin û polîsan ew birine Rêveberiya Ewlekariya navçeyê.

Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Imret beri niha di derbarê xweseriya heremî de daxuyaniyek dabû û ji bo deverê xweserî ragihandibû.