Print this page

Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê nêzîke

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku serbixwebûna Kurdistanê ji her demekê nêzîktir bûye. Herwiha da zanîn ku serkirdeyên cîhanê gihîştine wê baweriyê ku rêkeftina Saykis-Pîko bi dawî bûye û ew yek fêm kirine ku êdî Iraq û Sûriye qet wek welateke yekgirtî namînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya The Guardian a brîtanî de behsa serxwebûna Kurdistanê kir.

 Barzanî ragihand ku serxwebûna Kurdistanê ji hemû deman nêzîktir e; herwiha civaka navneteweyî fêm kiriye ku êdî Iraq û Sûriya dê welatekî yekbûyî nemînin û "pêkvejiyana neçarî" ezmûneke ne serkeftî ye.

Serok Barzanî eşkere kir ku niha nerîna welatên Rojhilata Navîn jî derbarê dewleta kurdî de hatiye guhertin û serdana xwe ya beriya du mehan li Tirkiyayê jî wek mînak nîşan da ku berê peyva Kurdistan lê qedexe bû, lê ew li Koşka Serokomariyê bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Serok Barzanî got ku serxwebûn hertim di navenda raman û tevgerên kurdan de hebûye; lê mixabin hinek cîranên şikber jî hertim li dijî vê xwesteka wan derketine. Herwiha da zanîn ku serkirdeyên cîhanê gihîştine wê baweriyê ku rêkeftina Saykis-Pîko bi dawî bûye û pêdiviya Rojhilata Navîn bi rêkeftineke nû heye.

Derbarê parçebûna Iraqê de jî Barzanî wiha got: “Rast e parçe dibe; lê em ne berpirsiyarê vê yekê ne. Me bi salan ji bo yekîtiya Iraqeke demokratîk kir. Me salên 90î bi hikûmeta Iraqê re riya diyalogê vekir; lê wan bersiva me bi kîmyabaran û Enfalê da. Tiştê ku Afrîqaya Başûrî kişand me jî kişand; lê belê çandeke wan û lihevkirinê hebû ku mixabin me li Bexdayê ev çand nedît.”

Derbarê Kurdofobiaya cîranan de jî Serok Barzanî wiha axivî: “Ev tirs û xofa wan bêbingeh e; ev 15 sal in ku ziyaneke me negihiştiye tu cîranî û welatê herêmeke aram e.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Jixwe li Iraq û Sûriyê di navbera netew û mezheban de cudabûn çêbûye û eşkere ye ku israrkirina li ser peyamaneke 100 sale feyde nade ti aliyan.”

 09:59:39