Rojava News: Rewşenbîrê û akademisyenê navdar Prof. Dr. Noam Chomsky cara ewil rasterast bersiv da Serokomarê Tirkiyê Recep tayyîp Erdogan û got “Tu kujerê kurda ye”
Prof. Dr. Noam Chomsky jî îmze avêtibû danezana akademîsyenan. Chomsky roportajek da qenala Al Jajeera Îngîlîzî û destnîşan kir ku polîtîqayên salên 1990an ên li Başûrê Rojhilata Tirkiyê jinû ve têne meşandin.
Profesorê Amerîkî Noam Chomsky îdîa kir ku Erdogan bi polîtîqayên zordarî û kuştinî êrîşî Kurdan dike û ji bo Serokomarê Tirkî Erdogan got “kujer”.
Her wiha Noam Chomsky anî ziman ku Erdogan jî wekî dîqtatorê Sûriyê Beşar Esed, grûbên li hemberî xwe bi ‘terorîstiyê’ tawanbar dike.