Print this page

Efrîn.. PYDê û Artêşa Azad lihev kirin

Rojava News: Ceyeş Elswar ya bi ser PYDê ve û Odeya Operasiyonên Marea ( Artêşa Azad) li Efrînê civiyan , û civîna wan derdra 5 demjimêran dirêj kir û piştre rekeftinek bihevre îmze kirin.

Hin malperên nêzîkî PYDê xalên vê rêkeftinê belav kirin û ev xal ev in:

-Vekirina rêya dinavbera herdû deverên Îzaz û Efrînê de.

-Şer dinavbera herdû aliyan de were rawestandin .

-Ji bo pêşkêşkirna niyazên baş wê herdû alî dîlên xwe pevbiguherin .

-Qebûlkirina derbasbûna Ceyeş Elsiwar bo gundewarê Îzazê daku şerê DAIŞê bike.

Hêjayî gotinê ku berî niha jî gelek rêkeftin dinavbera PYDê û girûpên Îslamê yên tunderew hatin pêk anîn lê ew rêkeftin tên binpêkirin û Efrîn tê dorpêçkirin.

Lana Mihemed

 11:47:28