Print this page

Hesekê.. Balafirên Hevpeymana pêgeheke DAIŞê bombebaran kir

Rojava News: Balafirên hevpeymaniya navdewletî bi serpirştiya Amerîkayê, êrîş bir ser pêgehekê DAIŞê li gundewarê rojavayê Hesekê.

Li gorî agahiyên Rojava News, Balafirên Hevpeymana pêgehekê rêxistina terorîstî ya DAIŞê li gundê Sirb ya li derdora Çiyayê Homanê li  gundewarê rojavayê Hesekê bombebaran kir, û di encamê de gelek terorîst hatin kuştin.

Hêjayê gotinê ku ta niha gelek gundên Çiyayê Homanê (EbdElezîzê) di bin kontirola DAIŞê de ye.

Nalîn Hesen

12:17:20