Print this page

Merîwan Naqişbendî: Xwezî Îsraîl cîranê me ba

Rojava News: Rêveberê Peywendiyên Wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî, di tora facebooka xwe ya fermî de li ser helwêsta wezîrê dadê yê Îsraîlê ragehand: ‘’Helwêsta vê jina wezîr pir giring û aramî ava dike di dilê hemû Kurdekî welatparêz de ku li her cihekî cîhanê be.’’

 

Berî naha wezîrê dadê yê Îsraîlê Ayelet Shaked di daxûyaniyekî de ragihandibu ku , Pêwîste civaka navnetewî piştîvaniya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bike û li ser vê daxuyaniye Merîwan Naqişbendî ragehand; ‘’Nabe ku helwesta jinekî wiha giring em ji nedîtî we bên.’’

 

Herwaha li Merîwan Naqişbendî Îsraîl dikare pir zêdetir alîkarî ji gelê Kurdistanê re bike û amaje bi vê yêkê dike ku: ‘’Heger li ciha Tirkiyê, Iraq û Îran cîranê Kurdistanê Îsraîl ba niha halê me wiha ne dibû’’

12:27:46