Print this page

Xwendevanekî Kurd bawernameya Dektora li Birîtaniya wergirt

Rojava News: Xwendevanekî Kurd ji Kurdistana Sûriyê  bawernameya Dektora li zanîngeha  Hul ya Birîtaniya wergirt.

Xwendevanê Kurd Meamo Elo li ser rûpela xwe ya Facebookê dibêje:"îro ez gelekî kêfxweş im ji ber ku min bawernameya Dektora bi encama 76.66% wergirt û ez yê yekemîn im di beşê wêjeyê de li zanîngeha  Hul ya Birîtanî".

Dr. Meamo Elo wêneyê xwe li gel mamosteyên xwe belav kir û dibêje:" niha ez bûm Dektorê zankoyê û ezê waneyên beşê nûjenî fêrî xwendevanê beşê dûyem di wê zankoyê de bikim".

Di dawî de Elo hêviya serkeftinê ji hemû hevalên xwe re xwest.

Nalîn Hesen

13:00:19