Print this page

Tirkiyê: PYD biryarên xwe ji Qendîlê destîne

4:55:33 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutgolu, ragihand ku PYD biryarên xwe ji Qendîlê destîne, ku mebesta wî jî PKK ye, û got ku PYD hevkarê Rêjîma Sûriyê ye.

Davutgolu, di dema vegera xwe de ji Almanya, ragihand ku şerê ku PYD li dijî terorê dike nayê wateyê ku ew hêzeke rewa ye, herwiha Davutoglu gef li PYD xwar û got eger ew hêz gefan li ser sînor ji welatê wî re çêbike, ewê tiştê bi serê Qendîlê anîne, bi ser serê PYD jî bînin.

Daxuyaniya Davutoglu piştî wê yekê tê, ku Cîgirê Serokê Amerîka, Joe Badin, li Siwêsra ragihandibû ku PYD û PKK ne yek rêxistin in û divê ji hev werin veqetandin.