Print this page

Rokêteke din Kilisê dike armanc

5:00:58 PM

RojavaNews: Rojnameya Daily News a nêzîkî Hikûmeta Tirkiyê, ragihand ku îro Roja Şemiyê, rokêteke din ku ji Sûriyê ve hatibû avêtin, Bajarê Kilisê yê Kurdistana Tirkiyê aramnc kir, ku di encamê de ew rokêt li meleke welatiyekî Kilisê ket.

Herwiha rojnameyê da zanîn ku ji ber ketina wê rokêtê, kesek birîndar bû û ziyan giha wê malê.

Roja Duşema bûrî, 3 rokêtên katyoşa Bajarê Kilisê aramanc kiribûn ku yek ji wan li meydana dibistanekê ketibû û di encamê de karmendeke wê dibistanê jiyana xwe ji dest dabû û 4 kesên din jî birîndar bibûn, ku di nava wan de şagirtek hebe.

Herwiha Tirkiyê jî ragihandibû ku ji ber şerûpevçûnên  di navbera DAIŞê û girûpên Îslamî de li gundewarê bakurê Helebê, ew rokêt li Kilis kitibû, ku Artêşa Tirkiyê jî ragihandibû ku wan navendên ku rokêt jê hatibûn avêtin, bi temamî têk birin.