6:33:46 PM
RojavaNews: rojnameya El-Heyat, di raporeke xwe de îro Roja Şemiyê, ragihand ku her yek ji Es’ed El-Zuhbî, ku wek serokê şanda opozisyonê hatibû destnîşankirin, û Mihemed Elûş, ku wek mezinê şanda danîstandinkar, hatibû destnîşnkirin, hatin avêtin û 2 kesên din li şûn wan hatin destnîşan kirin.
Li gorî rojnameyê, hin kasetî ji Lîsetay ku Rûsya amade kiriye, tevlî şanda opozsiyonê bûn, lê hîn jî pirgirêka beşdarbûna PYD çareser nebûye, ku wê Kerry bi serokê Desteya gotûbêjan a Opozisyonê re di derbarê beşdarbûna PYD de, gotûbêjan bike, ku Rûsya piştevaniya PYD dike.
Lîsteya opozisyonê ji 17 kesan pêk tê, ku Es’ed El-Zuhbî, ku wek serokê şanda opozisyonê hatibû destnîşankirin, û Mihemed Elûş, ku wek mezinê şanda danîstandinkar, hatibû destnîşnkirin( ku niha herdu hatine avêtin) û di nav wan de tenê 2 kurd hene( Fuad Elîko û Xelef Dahîd).
Lê Lîsteya Mosko, ji 15 kesan pêk tê, ku di nava wan de, Hevserokê PYD, Salih Muslim, û Hevserokê ( Encûmena Sûrî ya democrat ESD) Heyse Menah, ûSerokê Eniya gelêrî ya rizgarkirin û guhertinê, Qedrî Cemîl, hene.
Herwiha Lîseta Rêjîmê jî, ji her yek ji, Nûnerê wê di NY de, Beşar Ceiferî wek serokê şandê, û Cîgirê wezîrê derver, Fêsel Miqdad weke serperştyar, şêwirmendê wezareta derve, Ehmed Ernûs, û beşdarbûna Parlemanterê kurd, Umer Osê, û rêveberê ofîsa Koşka serokatiyê ya rêjîmê, Emced Îsa, pêk tê.