10:53:07 AM
RojavaNews : Duho li navenda ENKS ya li bajarê Qamişlo bi helkeftina 70ê saliya Komara Kurdistan li Mihabadê pêşangiheke hunera Nexşesazî hate vekirin .
Bi hilkeftina salvegera ragihandina damezrandina Komara Kurdistan li mihabadê , û bi amadebûna desteya seokatiya ENKSê duho li bajarê Qamişlo , li avahiya baragiha ENKSêde bi kombûna gelek ji rewşenbîr û nivîskarû siyasetmedaran , pêşangiheke Hunera nexşesazî hate vekirin .
Di wê pêşangihê de tabloyên gelek nexşesazên Kurd hatin nimayişkirin mina (Zubêr Şêxmûs û Silêman Şêxo û Mihemed Emîn Ebdo û Ferzend Derwîş û Ferîd Hisso).
Hunermendan hewil dan ku di riya kevalan ve nameyeke hunerî di xebata gelde ragihînin .
Di pêşangihêde gele keval û peyker jî hebûn , yên bûne cihê balkêşiya mihvanan.
Rifat Hacî