Rojava News: Li Tirkiyê li gorî lêkolînên ku li ser hîndekariya destpêkê û hîndekariya navîn û hindekariya bilind de hatiye kirin bajarê herî serkevtî di pileya yekemîn de Dersîmê cîh girt
Lêkolîna hindekariyê di ware wargeh, jiyana karkirinê, akar, tenduristî, derdor, ewlehî, beşdariya sivîl, jiyana civakî, şadbûna li beranber jiyanê û bi giştî di 11 beşan de hatiye kirin.
Li gorî wê lêkolînê derketiye hole ji bo ku her kes bêtir beşdarî civakê û jiyana aborî bibê pêviste di perwerdeye ke xurt re derbas bibin.
Di Encamê lêkolînê de bajarê bakurê Kurdistanê Dersîmê di sira yekeminde cihê xwe girt, lê mixabin 10 bajarê din yê bakurê Kurdistanê di herî dawiya bajarê Tirkiyê de cihê xwe girtin.
Ew jî li gorî beşdarî û encamê imtihanê hîndekariya destpêkê û hîndekariya navîn û hindekariya bilind wekû zanîngeha hatiye tespîtkirin.
Pşleya bajaran di hindekariyê de;
1-Dersîm
2-Isparta
3-Amasya
4-Kırşehir
5-Yalova
10 bajarê herî dawî di listeyê de;
70-Bedlîsê
71-Qarsê
72-Batmanê
73-Amed
74-Erdexan
75-Wan
76-Mêrdin
77-Muş
78-Riha
79-Agirî
80-Şirnex
81-Çolamerg
11:37:29