Rojava News: Ev 18 rojin endamê rêxistina Şeranê ya PDK-Sê û endamê desteya sekirtariya Yektiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava Rênas Ebdelrehman di zindanên PYDê de li gel hevalên xwe girtiye bêyê ku tu agahî li ser wan li cem malbatê wan hebe.
Jêderekî rojnamevanî di PDK-Sê de li devera Efrînê navê hevalên partiya xwe yên di zindanên PYDê girtîne eşkere kir:
Ehmed Sîno di 15/9/2013an de li Helebê hate girtin.
Ehmed Seydo di 5/11/2013an de li Helebê hate girtin.
Îdrîs Elo di 8/11/2013an de li Efrînê hate girtin.
Felemez Osman di 10/10/2015an de li Efrînê hate girtin.
Cemal Zade di 10/10/2015an de li Efrînê hate girtin.
Zekî Musa.
Rênas Ebdelrehman si 7/1/2016an de li Efrînê hate girtin.
Mislim ismet di 23/1/2016an de li Efrînê hate girtin.
Û ji 15 vê mehê de şaxê herêma Kurdistanê yê YXCDKR kampaniyeke piştgirê bo Rênas destpê kirin.
Lana Mihemed
11:43:45