Print this page

Pêşmergeyên "Roj" li ser sînorê Kurdistana Sûriyê ne

Rojava News: Di navbera du sînorên yek welatî de, hêzeke Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê parçeyekî ji welat diparêze, û di heman demê de çav û dilê wan li ser parçeya dayik e mebest Rojavayê Kurdistanê ye.

Fermandarê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Muqedim "Dilovan Robarî"  ji rojnameya Kurdistan re ragihand: " Ji 26-11-2015 an ve sînorê di navebra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de,  ji aliyê leşkerên "ROJ" ve tê parastin, û ji ber ku leşkerên ROJ hêzeke bi rêk û pêk e, li ser fermana serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê , em hatin ji bo ku sînor  biparêzin .

Li ser nêzîkbûna leşkerên "ROJ" ji deverên xwe re, Muqedim Dilovan Robarî got:" Bê guman nêzîkbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji deverên xwe re moralên wan bilind dike, û bi taybet Pêşmergeyên ku gundên wan nêzîkî sînor in".

Ji alîkî din ve, fermandarê leşkerê "ROJ" yê bi navê  Raid Merwan ji rojnameya Kurdistan re ragihand ku niha ji Rebîa ta gundê Barê yê bi ser Xane Serê ve, wateya nêzîkî 100 km di bin kontrola Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê de ye, ku niha gelek xalên stratêjîk di bin kontrola wan de ne.

Ednan Hesen Ehmed Şahîn ku xelkê gundê Banê Şikftê ye û niha Pêşmerge ye li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, dibêje: “ Tevî ku li herdu aliyên sînor, Kurd in, lê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi hesret li xaka Rojavayê Kurdistanê dimeyzînin, û bi taybet Pêşmergeyên ku gundê wan nêzîkî sînor bin “.

Ednan axaftina xwe berdewam kir: “Çûna me ji bo sînor, ji aliyekî moralên me bilind dike, û ji aliyekî din ve hêviya derbasbûna me ji bo xaka Rojavayê Kurdistanê jî nêzîk dike “.

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdisanê roj bi roj nêzîkê deverên xwe din bin, bi hêviyeke mezin ku roja vegerê nêzîk be, û ew tevahiya xak û gelê xwe biparêzin .

Xelata Kurd