Rojava News: Duh, Li bajarê Qamişlo teqînek rû da, herî kêm jî 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, duh li nêzîk xwaringeha Bab el-Hara ya li cadeya Wihdê ya li Qamişlo teqîn çê bû.
Di encama wê teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes ji wan birayê hev in û navê wan Besam û Tamba Yaqûb Koriyê ne. herwha yê sêyem jî bi navê Morîs Xaco ye.
Herweha 8 kes birîndar bûn û hatin veguhastin bo nexweşxana Dareselam ya Qamişlo.
Piştî çend demjimêran ji rûdana wê teqînê, DAIŞê ew yek xist stuyê xwe.
Nalîn Hesen