Print this page

Sotoro xwe beşek ji çekdarên rêjîmê dibîne

Rojava News: Berpirsê peywendiyên derve yê hêzên Sotoro dibêje ku ew beşek in ji hêzên çekdarî yên rêjîma Esed û di bin ala rêjîmê de şerê DAIŞê dikin

di hevpeyvînekê de li gel radyoya Rûsya Elyom Berpirsê peywendiyên derve yê hêzên Sotoro Ehîqar Reşîd  Îsa ragihand ku hêza Sotoro ji xiristiyanên devera Cezîrê ya Kurdistana Sûriyê pêk tê û hat avakirin ji bo parastina pêkhateya xiristiyanî

Îsa herweha got ku hêza Sotoro beşek in ji hêzên çekdarî yên rêjîma Esed û di bin ala rêjîmê de şerê rêxistnên terorî dikin.

Îsa herweha diyar kir ku ewê li dijî her aliyek ku al û artêşa rêjîma Esed qebûl neke rawestin.

Lana Mihemed

10:22:38