Rojava News: Duh, Cendirmeyên Tirk yên Sînorî gulle berdan ciwanekî Kurd ji navçeya Cindêrisê ya bi ser Efrînê ve.
Li gorî welatiyên deverê, duh di dema ku welatiyê bi navê Kaniwar Hesen Kolîn yê temen 21 salî erdê xwe yê nêzîkî sînor cot dikir, rastî gulleyê Cendirmeyên Tirk hat.
Welatiyan eşkere kirin ku Kaniwar gulleyek di destê xwe yê çepê de xwar û hate veguhestin bo nexweşxaniyekê Efrînê.
Nalîn Hesen
11:46:09