4:21:54 PM
RojavaNews: Li gorî jêderên ji Bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê, Îro sibehê roja Duşemê, jandirmeyên tirk jinek bi navê Sare Şêx Brahîm ya 47 salî, dema ku hewl dida sînor bi qaçaxî ji Kurdistana Tirkiyê derbas bike, armanc kirin.
Herwiha jêderan da zanîn ku navbûrî, pitşî 3 se’etan ji ber birîna xwe, jiyana xwe ji dest da.
Ji ber tundkirina ewlehiya li ser sînorê di navbera Kurdistana Tirkiyê û Kurdistana Sûriyê de, jandirmeyên tirk bi dehan ji welatiyan armanc kirine.