Print this page

PYD Deriyê Sêmalka girt !

6:12:16 PM

RojavaNews: Rêveberiya bi ser PYD ve li deriyê Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê de, biryar da ku êdî nabe kesek derbas be.

Rêveberiya PYD, bêyî sedemên wê biryarê zelal bike, ji Rêveberiya Deriyê Pêşxabûrê re got ku êdî nema rê didin kesekî ku derbas bibe û ne jî lîsteyan bişînin ji aliyê wan re li Sêmalka.

Li gorî zanyariyan, rêveberiya PYD gotiye ew ê tenê kesên bi dilê wê bin, wê bişîne Herêma Kurdistanê, ne wek her car ku herdu aliyên deriyê lîsteyên navên wan kesên ku wê derbas bibin,didan hevdu.

Her kesê ku li Kurdistana Sûriyê dimîne bixwaze serdana Herêma Kuristanê bike, divê pereyan weke “ garantî “ ku ew ê vegere, bide wan.

Hîn Rêveberiya Deriyê Pêşxabûrê, di daxuyaniyeke fermî di wê derbarê nedaye.