Print this page

Şêx Maqsûd.. Cebhet Elnusra kurdek birîndar kir û hevjîna wî şehîd xist

Rojava News: Duh, Cebhet Elnusra( şaxê elqaydê li Sûriyê) otombîla welatiyekî Kurd li nêzîkî taxa şêx Maqsûd armanc kir.

Di dema ku welatiyê Kurd yê bi navê Fehmî Yoysif li gel hevjîna xwe bi otombîla xwe berev şêx Maqsûd ve diçûn, li ser rêya Kastêlo rastî gulleyên terorîstên Cebhet Elnusra hatin.

Di encamê de Fehmî Yoysif bi giranî birîndar bû, û hevjîna wî Erîfa Mamo ya temen 55 salî jiyana xwe ji dest da. 

Nalîn Hesen

09:15:26