Print this page

DAIşê rojnamevanek li Minbicê kuşt

Rojava News: Êvara roja Yekşemê li Minbicê, rêxistina teroristî DAIşê rojnamevank ku li heman bajarî hatibû girtin, kuşt.

Li gorî agahiyan, DAIşê gulle berda serê rojnamevan Hisam Suleyman  li qada giştî a bajarê Minbicê, û di encam de Hisam jiyana xwe ji dest da.

Hêjayê gotinê ku di 19 vê mehê de DAIşê, Hisam Suleyman  yek ji rojnamevanên tora Sûriya Elhedes  girtibû û berî du rojan ew kuşt.

Nalîn Hesen

09:27:02