Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî DAİŞê doh gundê Til Ebir ku dikevê Rojavayê Kobanî da ber topbaranê, di encamê de keçeke genc birîndar bû.
Gundê Til Ebîr ku bi 30 km dikevê rojavayê Kobanê dema ji aliyê çejkdarên DAİŞê ve hate topbarankirin keçika 18 salî Wefa Ebdullah di mala xwe de ji ber perçeyên şerapnelê birîndar bû.
Keçika birîndar Wefa Ebdullah rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanî ya bi nave el Emel.
Çekdarên DAIŞê li devera Şamiyê ya girêdayî bajaroka Cerablusê ew demeke çeper girtine û gundewarên Kobanê topbaran dikin.