Rojava News: Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini di serdana Tirkiyê de got; divê şer li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê were rawestandin û daxwaz ji herdu aliyan Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku, demildest operasyonan rawestînin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Federica Mogherini li Anqara li gel Wezîrê derva Memet Çavuşoxlu li Aqara hevdîtinek pêk anî
Piştî hevdîtinê Federica Mogherini ji rojnamevanan re axivî û ragihand, wê di civînê de fikar û dilgiraniyên xwe li hemberî şer û aloziyên ku li bajarên kurdan diqewime, ji rayedarên Tirkiyeyê re aniye ziman.
Herweha got; “Em banga rawestandina şer a demlidest li başûrê rojhilatê Tirkiyê dikin, herwiha em hemû çalakiyên têrorîstî jî şermezar dikin.”
Federica Mogherini bang li PKK û dewleta Tirk jî kir ku şer bidin sekinandin û dest bi pêvajoya aştî û diyalogê bikin.
Berpirsê Karûbarên Endamê Ewropa Johannes Hahn jî diyarkir ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê çi bikeve ser milê wan ew amade ne bikin.
10:20:16