Print this page

Li Hewlêrê rêûresmê bîranîna yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanî birêve çû

Rojava News: bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî duh, festîvalek li Hola Pêşewa a Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû.

di wê festîval ku ji aliyê hin çalakvan û xortên Kobanî hatibû rêxistin, gelek kes beşdar bûn mîna kesayetiyên Kurdî û Kurdistanî, nûnerê ofîca serokatiya Herêma Kurdistanê, nûnerê ofîca serokwezîrê Herêma Kurdistanê, nûnerên partiyên Siyasî û rêxistênên civaka sivîl, nûnerê wezarta Pêşmerge, malabatên Şehîdan, nûnerên ENKSê û PDK-Sê, herweha hejmarek zêde ji xelkên Kurdistana Sûriyê ku zêdetirî ji 1000 kesî beşdar bûn.

di wê festîvalê de  gelek sitran, gotin, dîlanên filklorê Kurdî hate pêşkêşkirin.

Nalîn Hesen

09:17:28