Rojava News: Hêzên dewleta Tirk li Sûrê îro li 5 taxên Sûrê dîsa derketina derve qedexe kir.
Qedexeya derketina derve ku li 6 taxên navçeya Amed Sûrê ev 56 roj in didome, li taxên din jî belav bû.
Qeymeqamiya Sûrê bi daxuyaniyekê got; "Li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf û Ziya Gokalp û kolana Melîkahmetê ji 27'ê Çileya 2016'an roja Çarşemê saet 11:30 û pê ve, heta fermaneke duyemîn ji aliyê qeymeqamiya me ve derketina derve lê hatiye qedexekirin."
Herweha hatiye zanîn ji aliyêdin ve polîsê dewletê jî bi megefonan bangî xelkê deverê dikin û zorê li wan dikin da mal û taxê xwe biterikînin.
13:13:54