Rojava News: Ji 24 birîndarên jêrzemîna xaniyekî li Cizîrê asê mane û ji aliyê hêzên dewletê ve têne bombekirin, û nikarin biçin nexweşxaneyekê Nûsret Bayer jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê qedexeya derketina derve di roja 45mînde bi hemû tundiya xwe berdewame û ew çend rojin 24 kesên birîndar ku hawara ambulansan kiribûn, lê tû kes bi alikariyan wan nehatibû, di jêrzemîna xaniyekî de asê mane.
Ji wan birîndaran Nûsret Bayer ji ber bê dermanî û alikariya tenduristî jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Bayer jiyana xwe ji dest da, hejmara kesên ji ber ranekirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, derket 5 kesan.
Li hemen jêrzemîna wê avahiyê, zarok jî di nav de 23 birîndar hene.
13:23:52