Print this page

Balafirên Rûsî Minbic û Cerablusê bombebara dike

Rojava News: Duh piştî nîvro, balafirên Rûsî êrîş bir ser bajarê Minbicê û derdora Cerablusê.

Li gorî çalakvanan, balafirên Rûsî çend êrîş li Minbicê encam dan, ew êrîş li nêzîkî geraca Helebê û çargoşiya ewlehî hate pêkanîn , di encam de gelek kesên sivîl bûne qurbanî.

Herweha heman balafiran, gundê Elemrane yê Tirkumanî li gundewarê Cerablusê bombebaran kir , lê di derbarî ziyanan de ti agahî neketine destê me.

Nalîn Hesen

08:32:34