Rojava News: Almanya ragihand, par çiqas alîkarî dabe Herêma Kurdistanê dê îsal ji ber kirîza aborî, alîkariya xwe du caran zêde bike.
Wezîrê Geşedanê yê Almanya Gêrd Mûlêr, duh serdana Hewlêrê kir û bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê, Serokwezîr Barzanî û Wezîrê almanî derketin pêşberî rojnamevanan û behsa naveroka hevdîtina xwe kirin.
Wezîrê Geşedanê yê Almanya Gêrd Mûlêr diyar kir ku ew ji bo wê yekê hatiye Kurdistanê da ku di rojên tengav de mîna dostekî pişta Kurdistanê bigire û got, Kurdistan niha di rojên zehmet re derbas dibe. Li aliyekî şerê DAIŞê dike li aliyê yekî kirîza aborî heye li aliyekî nirxa petrolê daketiye û nêzîkî 2 milyon koçber jî hatine Kurdistanê. Ji bo wê jî divê em û Ewropa zêdetir alîkariya Kurdistanê bikin.
Gêrd Mûlêr da zanîn ku Almanya biryar daye par çiqas alîkariya Kurdistanê kiribe îsal du beramber alîkariya Kurdistanê bike.
9:39:10 AM