Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ê ji ber bandorên heremî tevlî civîna Cenêvê nabe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner, di civîneke rojnamevaniyê de di derbarê kirîza ku li ser civîna Cenêv 3 derketiye de got, em dizanin dê kî, tevlî civîna Cenevê bibê bu cîhê aloziyan û nakokî hene, biryara dawî wê nûnerê NY yê Sûriyê Steffan de Mistura bide. Em jî piştgiriya vê yekê dikin.
Mark Toner diyar kir ku heta niha lîsteya navê wan kes û aliyên ku dê tevlî civîna sibê ya Cenêvê bibin, eşkere nekiriye û wiha got, lê bi qasî ku em dizanin PYD tevlî wê civînê nabe.
Wî rayedarê Amerîka li ser helwesta Tirkiyê li hember PYDê jî got, Tirkiyê endamê Koma Dostên Sûriyê ye ji ber wê jî eger şikber be mafdar e. Rewşa Sûriyê yekser bandorê li wan (Tirkiyê) dike û ji bo wan meseleyek girîng e.
Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius jî duh gotibû, nûnerê NY yê Sûriyê Steffan de Mistura ji min re gotiye, em PYD venaxwînin civîna Cenêvê.
Tirkiyê gotibû, eger PYD tevlî civîna Jenêvê bibe emê boykot bikin.
Piştî ku derket holê PYDê ji bo civînê nehatiye vexwandin, PYDê ragihand ku ew guh nadin ferman û biryarên civînê.