3:43:53 PM
RojavaNews:Îro Roja Pêncşemê, Serokê Herêma Kurdistanê,Mesûd Barzanî, pêşwaziya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, Brahîm Biro, kir.
Di daxuyaniyeke Serokatiya Herêmê de, hat gotin ku herdu aliyan behsa rewşa meydanî, siyasî û ewlekarî li Sûriyê kirin, bi taybetî pêşeroja Sûriyê û lidarxistina Kongreya Jenev 3.
Herwiha Barzanî di civîna xwe de bi Biro re, behsa çalakiyên vê dawiyê yên ENKS û pêwendiyên wê bi alî û hêzên din re kir.
Comerd Hemdoş