Print this page

Tirkiye: Ti pêşeroja PYD di Sûriyaya nû de tine ye

4:12:43 PM

RojavaNews: Encûmena Ewlekariyê ya Netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyeke xwe de di derbarê pirsa Sûriyê û pêşeroja wê de, ragihand ku nabe di Sûriyaya nû de, ne rêjîm û ne jî PYD û YPG hebin.

Herwiha daxuyaniyê got ku wan behsa rewşa herî dawî li Sûriyê kirin, bi taybetî lidarxistina Jenev 3, û got ku ew piştgiriya xwe ji turkmen û ji hêzên opozisoynê re berdewam dike.

Herwiha daxuyaniyê da nîşan ku wan behsa gefên li ser sînorê wan bi Sûriyê re jî kirin, ku Rûsya, Tirkiyê tuhmetbar kiribû ku amadekariyên destêwerdaneke leşkerî di Sûriyê de dike .