Rojava News: Jineke Kurd ku ji bajarê Kobanî bû û berê wê li Ewropa bû li gel 3ê zarokên xwe di deryaya Egyê de xenqîn.
Di dema ku belmeke koçberan ku ji deryay Egyê ber bi giravên Younansitanê ve birê ketibû, binav bû û di encam de jina Kurd ya bi nave Newroz Merwan li gel hersê zarokên xwe Îvana, Leyana û Rûsîn jiyana xwe ji dest dan.
Termê wan hatin veguhestin bo nexweşxaniya Eltub Eladlî û piştre hate veguhestin bo nexweşxaniya bajarê Îzmîrê ta ku malabat wan bên û termên wê dayikê û 3 zarokên wê werbigrin.
Newroz û zarokên xwe ji xelekê gundê Kolê Qewlê yê bajarê Konabî bûn.
Nalîn Hesen
11:33:44