Rojava News: Hêzên dewleta Tirkî nahêlê ku ambulans bihgê wan 16 birîndarê ku ew 8 rojin li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane û her ku ambulans nêz dibê ew gule û topa direşînin.
Dayikê wan birîndarên li Cizîrê li gel çen rêxiravê mirovî xwenêzîkî Cizîrê kirine û dawa dikin derfet da bidin wan karibin zarokê xwe yê birîndar himbêz bikin, ‘u dibêjin êdî tehamula me nemaye”
Hat zanîn çend caran ambûlans gihaşte nêzî jêrzemîna ku birîndar lêne, lê belê hêzên dewleta Tirk top li avahiya birîndaran û derdora wê barandin.
Birîndar hînê ji avahiyê nehatine derxistin.

