1:23:15 PM
RojavaNews: Hunermend û derhênerê sînema yê di binyada xwede kurd , Masum Qurmizîgul ji aliyê regezperestên tirkan ve tûşî gotinên zivir tê, û ji ber helwesta xweya mirovahî di derbarê komkujiyên hovanede yên ku artêşa tirk biser gelê Sûra Amedê û hin bajarên din yên kurdan de tîne .
Derhêner û hunermendê navdar yê bi regez kurde Mahsum Qurmizîgul di lêdwanekê de got:"artêşa tirk bi komkujiyên qirkirinê bi hovîtî bi serê gelê kurd de tîne " yak u bûye cihê êrişên regezperistên turk û geleg gotinên dûr ji rêzgirtinê li ser rûpelên wan hatin belavkirin.
Mahsum Kirmîzîgul di peyame xwe ya tweterê de ku bu sedema gelek axaftinê tundî li beranberê wî bangî Davutoxlu dike û dibêje;
“Tênê bifikirin!
Mala ku tû lê ji dayikbuye, kolanên tû lê mezinbuye, dibistana tê lê xwendiye, mizgefta ku te lê nimêj kiriye peremperçe buye û li şûna wan tenê wêranî maye, wê demê tê çibikirane? Hemû bîranînê min, kolanê Sûrê ku lê mezinbûbûm, di şer û pevçûnan de hatin wêrankirin. Cîranê min, malbat û hevalê min di nava vî şerê niheq de belawela bûn û kabûseke reş dakete ser serê wan.”
Herweha dibêje; “Dibe ku carna rastî li pişperdeyên tarîk de veşartî bimînin, carna rastî bi êşû azara hatibin xemilandin, û dibê ku gelek kes wan rastiyan jinedîtî ve bên û jiyana xwe ya rojane bidomînin. Lê em jîbîr nekin dibê ku ew rastî weke Iraq û Sûriyê mina kulmekê were û li navçavême bikevê. Dibê ku wê demê êdî ji gelek tişta re hûn dereng mabin.”
Tê zanîn Hunermendê navborî roleke wiya mezin di nav hunera tirkîde heye û ji karên wî yê herî dawî xwe amade dikir ji derhênana fîlmekî Sinemî li ser destpêkirina jiyanê di Helebçeya şehîd de .
Rifat Haci